Aloziya aborî û siyasî ya Başûrê Kurdistanê

Piştî ku xwpêşandanên Başûrê Kurdistanê rawestiyan lê heta niha hikûmata Başûr daxwazê wan pêk neanîne û kesên ku sivîl kuştin ceza nekiri ye.
Ji bo lêkolînkirina binpêkirinan şandeyek parlamentoyê çû Çemçemalê daku binpêkirinan tespît bikin û hesap ji desthilatê bixwazin.
Her wiha malbatên Behdînanê yên ku zarokê wan di xwepêşandanan de hatine binçavkirin daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Alozîiya Başûrê Kurdistanê ya aborî û siyasî didome.

Îro Şandeyek ji parlamenterên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê yên ji endamên lijneyên mafê mirovan, hundirin û yasayî yên parlamentoyê pêk dihat ji bo lêkolînkirina binpêkirinên di dema xwepêşandanan de çû navçeya Çemçemal a Silêmaniyê. Şande bi Lijneya Ewlehî ya Çemçemalê re civiya.

Piştî hevdîtinê Parlamenterê Tevgera Goran Celal Mihemed daxuyanî da û got;

“Piştî serdana hemû navendan û wergirtina nêrîna xizmên qurbaniyan, em ê raporek taybet amade bikin û radestî Serokatiya Parlamentoya Başûr bikin. Daku maf û daxwazên xwpêşandêran were bi cih anîn.”

Malbatan li ber derê parlamentoyê daxwaza azadiya zarokên xwe kirin

Her wiha îro malbatên girtiyên Herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê ku zarokê wan di xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin li ber deriyê parlamentoyê daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Malbatan diyarkirin ku heya niha ew nizanin bê ka zarokên wan li kuderê tên girtin.

Parlamenterê YNK’ê jî got ku heya niha bi sedan kes li Herêma Behdînanê hatine binçavkirin, lê tenê çarenûsa 53 kesan diyare.

Di xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê de 10 kes hatin kuştin zêdeyî 80 kes birîndarbûn û bi sedan kes jî hatin binçavkirin.

Xelkên Kerkûkê ji ber rewşa xirab a jiyanî nerazîbûn nîşan dan

Her wiha xelkên li Kerkûkê jî ji ber rewşa xirab a aborî û nebûna ceyranê daxuyaniyek da.

Xelkên Kerkûkê diyarkirin ku tevî ku dahata welat ji vê bajar derdikeve lê xelk pirçî û bê kerebene.

Xelkên Kerkûkê ji rayedaran xwestin ku pirsgirêka wan a ceyranê çareser bikin.

Back to top button