
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra 38 êriş dijî “herêmên bêçek” ên li Sûriyê pêk anîn.
Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra jî 38 êriş dijî herêmên bêçek ên li Sûriyê pêk anîn.
Cîgirê serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ”Vyacheslav Sitnik” Fiyatşîslaf Sîtnîk diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra 38 êriş li dijî “herêmên bêçek” ên li Sûriyê pêk anîn.
Fiyatşîslaf Sîtnîk destnîşan kir ku ji wan êrişan, 21 êriş li Idlibê, 6 êriş li parêzgha Laziqiyê, li Hemayê 5 êriş û Helebê 6 êriş pêk hatine.
Artêşa hikûmeta Şamê çeteyekî Tirkiyê kuşt
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Hikumeta Şamê ev du rojin çiyayê Zawiyê ê ku dikeve başûrê Idlibê de topbaran dike.
Li gorî heman çavdêriyê di encama topbaran de çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin.