Der barê hevşaredar û 63 endamên meclisa Amedê doz hat vekirin

Zext û şideta li ser endam, parlamenter û hevşaredarên HDP’ê zêde dibe.

Hikumeta AKP’ê li ser Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên berê û 63 endamên meclîsa şaredariyê ji ber “pergala hevserokatiyê” doz hat vekirin.

Serdozgeriyê Komarê ya Amedê der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên meclîsê de ji ber “pergala hevserokatiya” ya li şaredariyê îdianame amade kir.

Dadgeha Cezayê Asliye ya 10’an a Amedê jî îdianame qebûl kir.

Di îdianameyê de Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê bi ” erkê xwe xirab kirin” tên sûcdarkirin.

Back to top button