“YE” wê hemû keştiyên çek û çeteyên dewleta Tirk taqî bike

Ji bo şandina çek û çeteyên dewleta Tirk ber bi Lîbyayê ve, Yekîtiya Ewropayê dest bi xebateke deryayî û asmanî li Rojhilatê Deryaya Spî dike.

Lê dewleta Tirk li hemberî vê yekê derket û got ev qedexekirina çekan ji NY tê xwestin.

Wezîrên derve yên YE, duh biryarek ji bo pêşîgirtina şandina çekan bo herdu aliyên şer ên Lîbyayê da..

Di civîna duh li Brukselê hat lidarxistin de, YE wê dest bi xebateke deryayî û asmanî li Rojhilatê Deryaya Spî bike.

Di vê xebatê de, wê 7 balafir û 7 keştî werin pêşkêşkirin û keştiyên Yekîtiyê wê keştiyên gumanbar taqî bikin.

Di civînê de, hat xwest ku çavdêriya qedexkirina çekan bi rêya asmanî pêk were, lê Almanya diyar kir ku ev yek têrê nakê û divê xebatek deryayî jî hebe.

“Qedexekirina çekan bo Lîbyayê”
Tirkiye: Divê “NY” çavdêriya herikîna çekan bike ne “YE”

Li beramberî vê biryarê, weke her car dewleta Tirk divê nerazîbûna xwe nîşan bide.

Ji ber nakokiyên navbera Lîbya û YE û destkdayîna wê bo hikumet Wîfaqê ya Ixwanî, berdevkê partiya AKP’ê Ömer Çelik diyar kir ku divê NY serperiştiya qedexekirina çekan bo Lîbyayê bike.

Lê Îtalya got, ev erk ji NY nayê xwestin û ewê deryaya xwe biparêzin..

Ji aliyê xwe ve jî, wezîrê derve yê Luksembûrgê teqez kir ku bi hezaran çete piştî Kongreya Berlînê herikîn Lîbyayê.

Biryara çavdêriya qedexekirina çekan bo Lîbyayê, piştî konferansa Munichêميونخ hat ku divê civînên dorveger ji bo Lîbyayê werin lidarxistin.

Her wekî, ev tevgera Ewropî di wextekî de tê ku dewleta Tirk heta niha çek û çeteyan dişîne Lîbyayê.

Ji ber li gorî NY, bi van kirinên Tirkiyê dibe ku Lîbya bibe navenda herî mezin a çekan li cîhanê.

Back to top button