Wezareta Parastinê ya Fransî: DAIŞ hîna dikare li Sûriye û Iraqê tevgerê bike

Wezareta Parastinê ya Fransî careke din ji ber metirsiya vegera DAIŞ’ê li Sûrî û Iraqê hişyarî da.

Wezareta Parastinê ya Fransî destnîşan kir ku tevî têkçûna DAIŞ’ê ji aliyê erdenîgariyê ve, hê jî li Sûriye û Iraqê dikarin tevgerê bikin.

Wezaretê da xuyakirin, anî ziman ku armanca Fransayê ya birêvebirina operasyonên deryayî, têkbirina DAIŞ’ê ya bi temamî ye.

Berî niha jî, berdevkê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya têkbirina DAIŞ’ê Wayne Maruto gotibû; DAIŞ hîna li ser herêmê metirsiyeke cidî çêdike, lewma çareya leşkerî ji bo bidawîkirina DAIŞ’ê, ne têrker e.

Back to top button