Seroka Komîsyona Ewropayê: Em û Tirkiyê ji hev dûr dikevin

Seroka Komîsyona Ewropa ya Alman Ûrsûla von der Leyen diyar kir ku navbera wan û Tirkiyê her diçe cudabûn çêdibe.

Seroka Komîsyona Ewropayê li Parlementoya Ewropayê li ser rewaş Yekîtiya Ewropayê axivî.

Wezîra berê ya Parastinê ya Alman Leyen, bal kişand ser tevgera derqanînî ya dewleta tirk li Derya Spî û daxwaz ji Tirkiyê kir ku dev ji ‘hewldanên çavtirsandina cîranên xwe berde’.

Leyen xwest ku Qibris û Yewnanistan her demê di mijara serwerî û parastina mafê xwe yê rewa de bi piştevaniya tam a Ewropayê bawer bin.

Li aliyekî din jî wisan xuyake ku Fransa ji bo zexta li ser tirkiyê bikin, hêviya xwe ji NATO biriye.

Li Fransayê di rojnameya Le Fîgaro de hevpeyvînek hate weşandin.

Di heyvpeyvînê de hate diyarkirin ku Fransa li hemberî Erdogan ji bo parastina sînorê deryayî yê Ewropayê êdî baweriya xwe ne bi NATO û ne jî bi Almanyayê nayne.

Back to top button