Li Donetks a di bin kontrola Rûsya de êrîş pêk hat

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de du alî êrîşan didomin.
Donetks a di bin kontrola Rûsyayê de êrîşa bi roketan pêk hat û 25 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Her wiha Îstîxbarata Norweçê diyar kir ku Rûsya li Ukraynayê nêzî bidestxistina serweriya leşkerî ye û got: “Heger Kîew dixwaze vê rewşê berovajî bike pêdiviyê wê piştgiriya leşkerî ya dewletên Rojavayî heye.”

Li Donetks a di bin kontrola Rûsyayê de li qadeke bazarê êrîşeke bi roketan pêk hat.

Hat ragihandin ku di êrîşê de 25 kes miriye û 20 kes jî birîndar bûye.

Ukrayna derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek nedaye.

Di êrîşê de cihê bazarê hat xistin: 25 kes mirin

Moskow jî êrîşa ku hatiye kirin weke ‘êrîşeke hovane ya terorî’ bi nav kir.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Divê ji axên Ukraynayê gefên ewlehî neyê xwarin û çalakiyên terorî pêk neyên.”

Norweç: Rûsya nêze ku serweriya leşkerî bidest bixe

Îstîxbarata Norweçê diyar kir ku Rûsya li Ukraynayê nêzî bidestxistina serweriya leşkerî ye.

Her wiha îstîxbaratê destnîşan kir Rûsya xwedî çavkaniyek leşkerî ya mezin e û mîna welatên Koreya Bakur û Çînê piştgiriyên girîng dîstine û got:

“Heger Kîew dixwaze vê rewşê berovajî bike pêdiviyê wê piştgiriya leşkerî ya dewletên Rojavayî heye.”

Serokê Îstîxbarata leşkerî ya Norweçê Nils Andreas Stensones di civîneke nirxandina salane ya ewlehiyê de axivî.

Nils Andreas Stensones anî ziman ku Rûsya li gor sala berê hîn bi hêztire û nêzî bidestxistine serweriyê ye.

Stensones destnîşan kir ku endustiriya Rûsyayê di dirêjahiya salê de dikare wesayîtên leşkerî, balafirên bê mirov û moşekan hilberîne.

Stensones diyar kir ku ji bilî Îranê, Koreya Bakur û Belarûs jî piştgiriya leşkerî didin Rûsyayê û her çend Çîn rasterast çekan nade jî, ew wesayît, balafir, elektronîk û parçeyên yedekê dişîne Moskowê.

Ji bilî Danîmarka û Hollandayê, endamê NATO’yê Norwêc jî armanc dike ku balafirên şer ên F-16 bide Ukraynayê.

Dewletên Yekbûyî ji Sibata 2022’yan vir ve, dema ku Rûsyayê Ukraynayê dagir kir, herî zêde piştgirîya leşkerî dide Kîevê.

Lêbelê, pakêtek alîkariyê ya mîlyar dolarî ku piştgirî berdewam dike, di Kongreya Dewletên Yekbûyî de asê maye.

Zelensky serdana yekîneyên li eniyên pêş kir

Back to top button