Ji Fransayê plana Lubnanê ya 3 rehendan

Fransayê ji bo aloziya li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê çareser bibe pêşnûmeyeke nivîskî pêşkeşî Lubnanê kir.
Di plana 3 rehendan a Fransayê de tê pêşniyarkirin ku danûstandin bên kirin da ku di dawiyê de sînorê yê bi nakok di navbera Îsraîl û Lubnanê de bên xêzkirin.
Her wiha tê xwestin komên çekdar ên Lubnanê hemû tesîsên xwe yên li nêzî sînor ji holê rakin.

Fransa ji bo dawî li êrîşên du alî yên Hizbullah û hêzên Îsraîlê yên li ser sînor bîne û aloziya li ser sînorê Lubnan-Îsraîl çareser bike, pêşnumeyekî nivîskî pêşkêşî Lubnanê kir.

Pêşnûmeya ku armanc dike êrîşên li ser sînorê Lubnanê derketin, ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Stephane Sejourne ve ji rayedarên payebilind ên dewletê re ku Serokwezîr Necîb Mîkatî jî di nav de ye, hat pêşkêşkirin.

Çar berpirsên payebilind ên Lubnanê û sê berpirsên Fransî yên ku hay ji mijarê hene, piştrast kirin ku pêşnumeya nivîskî ya Fransayê ji rayedarên Lubnanî re hatiye şandin.

Hat destnîşankirin ku bi pêşnûmeyê armanc ew e ku danûstandin bên kirin da ku di dawiyê de sînorê yê bi nakok di navbera Îsraîl û Lubnanê de bên xêzkirin.

Fransa: Divê Hizbullah ji sînor vekişe

Di pêşnumeya ku Fransa ji Lubnanê re şandibû de, hat pêşniyarkirin ku komên çekdar ên Lubnanê û Îsraîl dawî li êrîşên xwe yên hevpar bînin û di nava van êrîşan de êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê jî hene.

Li gorî vê yekê, eger pêşnûme were qebûlkirin, komên çekdar ên Lubnanê dê hemû tesîsên xwe yên li nêzî sînor ji holê rakin.

Komên çekdar jî wê wesayitên xwe yên leşkerî yên wekî pergalên antî-tank herî kêm 10 kîlometreyan ji sînor dûr bixin.

Herwiha li gorî pêşnûmeyê, heta 15 hezar leşkerên Lubnanî li herêma sînorî ya li başûrê Lubnanê ku Hizbullah lê hebûna xwe didomîne, bên bicihkirin.

Back to top button