Li Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de 5 endamên Hizbûllah mirin

Êrîşên Îsraîlê ya li dijî Şerîda Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve destpêkirî, di navbera Îsraîl û Hizbûllah de jî li ser sînorê Lubnanê êrîşên du alî didomin.
Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Hizbûllahê de li bajarokê Talûsa û Belîda 3, li herêma Marûn El-Ras’ê jî 2 endamên Hizbûllahê hatine kuştin.

Hizbullaha Lubnanî ragihand ku 3 endamên din ên wê li başûrê welêt mirine.

Ev daxuyanî piştî ragihandina artêşa Îsraîlê hat ku wan hedefên Hizbûllahê xistine.

Hizbûllah di 3 daxuyaniyên cuda de ragihand ku kesên kuştî Ehmed Huseyîn Termûş, Hesen Ehmed Termûş û Huseyîn Cemîl Harîsî yên ji bajarokê Talûsa ne.

Li gorî rojnameya Jerusalem Post ku li Îsraîlê tê weşandin, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bajarokên Talûsa û Belîda yên li başûrê Lubnanê û xaleke çavdêriyê ya li El-Hiyamê kirine hedef.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Cîhana Erebî, Hizbullahê ragihand ku roja Duşemê li herêma Marûn El-Ras di encama êrişên ku endamên Hizbûllahê jî di nav wesayitekê de kirine armanc, 2 endamên wê hatine kuştin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ji hesabê xwe yê li ser platforma X’ê ragihand ku li herêmên Adise û El-Hiyam ên li başûrê Lubnanê binesaziyên cuda hatin îmhakirin.

Adraee diyar kir ku artêşa Îsraîlê her wiha 2 avahiyên leşkerî û nuqteyeke leşkerî ya li herêmên Teyr Harfa, El-Cabîn û Marûn El-Ras kirine hedef.

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Libnanê, balafireke bêpîlot a Îsraîlê li nêzî Nexweşxaneya Bînt Cebîl a li başûrê Lubnanê li wesayîtekê xist.

Ji dema şerê ku Îsraîlê di 7’ê cotmehê de li dijî şerîda Xezayê daye destpêkirin, hema hema her roj li ser sînorê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullah û komên çekdar ên Filistînê yên li Lubnanê de êrîşên du alî tên kirin.

Li Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de 2 endamên Hizbûllah hat kuştin

Back to top button