Draghi û Scholz di domandina cezyên li ser Rûsya de hemfikrin

Di qada dîplomasî ya ji bo krîza Ûkrayna de trafîka danûstandinan didome. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov got, Di danûstandinan de pêşketin heye, niha ji bo pêşniyarên Ûkrayna bersiv tê amadekirin. Îtalya û Almanya di domandina cezayên li ser Rûsya de hemfikirin. Serokê DYA Biden jî îdia dike ku jiber têkçûna Rûsya ya li Ûkrayna, Putin dest bi guhertina şêwirmendên xwe kiriye.

Ewropa ya ku ji êrişa Rûsya ya li ser Ûkrayna bifikarin, hewil didin helwesta xwe ya hevpar ya li dijî Moskow biparêzin.

Almanya û Îtalya li pêşberî Rûsya bertek nîşan dan.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz doh êvarê bi telefonê axivîn.

Di hevdîtinê de hat ragihandin ku herdu serokan têkildarî cezayên li ser Rûsyayê û geşedanên dawî yên der barê îthalata gazê ya ji Rûsyayê de axivîn.

Lîderan li hev kirine ku cezayên ji ber şerê li dijî Ûkraynayê ser Rûsyayê hatine sepandin bidomin.

Herdu lîder 30’ê Adarê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re cuda cuda axivîbûn.

Biden: Putin hinek şêwirmendên xwe guhertiye

Serokê DYA Joe Biden jî careke din derket pêşberî çapemeniyê û derbarê krîza Ûkrayna de axivî.

Piştî ku DYA ragihand ku îstixbarat bi dest xistiye ku Pûtîn ji hêla şêwirmendên xwe ve hatî xapandin, Biden got;

Hin nîşan hene ku Putin xwe îzole dike û hin şêwirmendên xwe ji kar dûr dixe.

Lê delîlên me yên saxlem nînin, ji ber vê yekê ez ê neçim nav hûrguliyan.”

Biden careke din ji bo Putin pênaseya Dîktator bikar anî

Biden di nava axaftinên xwe de careke din Putin bi dîkatatoriyê pênasekir.

Awistralya wê maşîneyên zirxî bişêne Ûkrayna

https://www.aa.com.tr/tr/dunya/avustralya-ukrayna-ya-zirhli-arac-gonderecegini-acikladi/2552110

Di vê navberê de, Awistralya ji bo piştevaniyek hîn xurtir bo Kîevê ketiye tevgerê.

Li ser daxwaza Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky, Serokwezîrê Awistralya scott Morrison wê maşîneyên zîrxî bişîne Ûkrayna.

Serokwezîr Morrison derbarê şandina wesayitên leşkerî yên zirxî yên bi navê Bushmaster ên ku li Awistralyayê tên çêkirin de daxuyanî da.

Moririson anî ziman ku doh li gel Zelensky axiviye û ewê daxwazên wî pêk bînin.

Lavrov: Di dansûstaninên aştiyê de pêşketin heye

Şandeyên Ûkrayna û Rûsya li bajrê Stenbol yê Tirkiye careke din dicivin.

Di derbarê hevdîtinan de ji rêveberiya Moskow nirxandinên asta herî bilind hat.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ji bo pêşniyarên Ûkraynayê bersivek tê amadekirin.

Lavrov di serdana xwe ya Hindistanê de her wiha got, di hevdîtinên aştiyê de pêşketin çêbûne.

Wezîrê Rûsî herwiha da zanîn ku Kîev li ser rewşa Kirim û Donbasê û li ser mijarên bêalîbûnê dest bi “têgihîştina bêtir” kiriye.

Di vê navberê de danûstandinên navbera Çîn û YE de despêkir.

Back to top button