Li seranserî Rojava û Başûrê Kurdistanê rojbûna Rêber Ocalan hat pîrozkirin

Rojbûna Rêber Ocalan li seranserê Kurdistanê bi şahiyan tê pîroz kirin. Li Başûr û Rojava bi boneya rojbûna Rêber Ocalan bi pîrozbahiyên cihêreng hatin lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, bi boneya 4’ê Nîsanê, şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Şahî bi amadebûna zarok û malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Eyşe Efendî di şahiyê de axivî û bal kişand ser berxwedana şehîdan.

Paştre komên hunermed derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê jî şahiyek ji zarokên şehîdan re li Parka Erd El-Mereh li dar xist.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî, gazî û malbatên şehîdan beşdarî şahiyê bûn.

Piştre malbatên şehîdan stran gotin û zarokên şehîdan jî helbest gotin û şanoyek pêşkêş kir.

Di dawiyê de diyarî ji zarokên şehîdan hatin belavkirin.

Meclias Malbatên Şehîdan a Helebê şahiyek ji zarokên şehîdan re li hola Star Layîk a herêma Şiqêf li dar xist.

Di şahiyê de, koma Kulîlkên Efrînê û koma Stêrkên Pêşerojê şano pêşkêş kirin.

Li aliyekî din Yekitiya Werzîşê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi diruşma “Bi rojbûna te ey fermandarê azadî û aştiyê buhar geş bû” çalakiyek li stada Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist.

Hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Cîhan Ebid rojbûna rêber Ocalan pîroz kir.

Piştî axaftinan çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin.

Saziya malbatên şehîdan a herêma Efrînê bi boneya rojbûna Rêber APO ji zarokên şehîdan re şahiyek li dar xist.

Şahî li hola Mîtan a navçeya Ehdasa Şehbayê hat lidarxistin.

Zarok tevî dayîkên xwe tevlî şahiyê bûn..

Her wiha Komên govend û stranan derketin der dikê û zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Li başûrê Kurdistanê jî şahî hatin lidarxistin.

Li bajarokê Xanesor ya Şengalê, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî zêdetirî 300 şitlên daran hatin çandin.

Jinên şitil çandin, diyar kirin ku ewê sala 2022’an bikin sala azadiya Rêber Ocalan.

Li Ranyayê jî bi duruşma ‘Dam dema azadiyê ye’ rojbûna Rêber Ocalan bi girseyî hate pîrozkirin.

Di şahiyê de endama Tevgera Azadî Sara Reza axivî û got:

“4’ê Nîsanê, ne tenê ji dayîkbûneke, ji bo gelê Kurd hatina rêberekê ye ku weke nan û avê pêwîst bû.”

Piştre li ser navê Komîteya Azadî ji Ocalan re Şoreş Xidir got: “Dayikbûna Rêber Ocalan û 50 saliya têkoşîna azadîxwaz ji bo gelê Kurd bûye çerxek nû.

Wê heta azadiya Rêber Ocalan têkoşîn berdewam bike.”

Back to top button