Li Lubnanê di êrîşên Îsraîlê de 2 endamên Hizbûllah hat kuştin

Tevgera Amal a Şîe li Lubnanê ragihand ku di şer û pevçûnên navbera Îsraîl û sînorê başûrê Lubnanê de 2 endamên wê hatine kuştin.

Tevgera Amal a hevalbenda Hîzbullah a ku Îran piştgiriya wê dike, derbarê endamên xwe yên hatine kuştin de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 endamên bi navê Muhammed Rabih el Misri û Hasan Ali Faruh mirine.

Hejmara endamên Tevgera Amal ên ku ji 8’ê Cotmeha 2023’an û vir ve di şerê bi artêşa Îsraîlê re mirin derket 8’an.

Herwiha di şer û pevçûnan de 188 endamên Hizbullahê, 31 sivîlên Libnanî, 1 serbazê Lubnanî, 6 sivîlên Îsraîlê û 10 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Me yek ji fermandarên Hizbûllahê li Lubnanê kir armanc

Back to top button