Yunaistan, DYA, ye û Rusya li dijî biryara Erdogan derketin

Serokê AKP’ê Erdogan Ayasofya ku di lîsteya mîrateya canda cîhanî ya UNESCO’yê de cih digirt û ji 1934’an vir ve wek muzexane dihat bikaranîn bi biryarekê weke mizgeft ji bo îbadetê vekir.

Ev biryara Erdogan di serî de ji aliyê Yûnanîstan, DYA, Yekîtiya Ewropa, Rûsya û gelek welat û kesên cîhanî ve hate şermezarkirin.

Serokê AKP’ê Erdogan bi biryarekê Ayasofya a ku 86 sale wek mûze dihat bikaranîn,wek mizgeft ji bo îbadetê vekir. Erdogan diyar kir ku ewê di 24’ê Tîrmehê de nimêja yekemîn lê bikin.

Ayasofya dêreke ku di dema Bîzansiyande hatiye avakirin û cihê îbadetxaneya Xirîstiyanên Ortodoks bû.

Ji ber vê jî yên ku herî zêde li dijî vê biryarê derketin Xirîstiyanên Ortadoks, taybet Yûnanistan û Rûsya bû.

Yûnanîstan: Ev biryar provakasyon e

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Miçotakis bi daxuyaniyekê biryar bi tundî şermezarkir û got:

“Ev biryar hemû kesên ku vê mîrateyê, wek mîrateya cîhanê ya UNESCO digirt dest êşandiye.
Ev biryara Erdogan ne tenê wê bandora xwe têkiliyên du dewleta bike, wê bandora xwe li ser têkiliyên Tirkiyê û YE’ê jî bike.”

Wezîra Çandê ya Yûnanistanê Lîna Mendonî jî li ber biryara Erdogan rabû û got:

“Ev gava Tirkiyê li dijî cîhana medenî provakasyon e.
Nîjadperestiya ku Erdogan bi rê ve dibe, welatê xwe 6 sed sal paş ve bir.”

Rûsya: Ev bîryara Tirkiyê wê ji hev dûrxistina civakan kûrtir bike

Dêra Ortodoks a Rusyayê jî bîryar şermezar kir û dazanîn ku ev bîryar ji hev dûrxistina civakî ya heyî wê kûrtir bike. Çênabe mirov hesasiyeta bi mîlyonan xirîstiyanan berçav negre.

Amerîka: Vê bîryarê hêviyên me da wenda kirin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî li dijî bîryarê bertek nîşanda û diyar kir ku guhertina statuya Ayasofyayê cihê xemgînîyê ye, nayê qebûlkirin.

Vê biryarê hêviyên me yên derbarê hikûmeta Tirkiyê de da wendakirin.

Ye: Bi vê biryarê Tirkiyeya sekûler têk çû

Her wiha berdevkê wezareta karên derve yê Yekîtiya Awrupayê Josep Borrell jî li ser navê YE’ê yê biryar şermezar kir û diyar kir vê biryara Erdogan Tirkiye ya sekûler, ilmanî, têk biriye û hertişt berovajî kir.

Ayasofya di sala 537’an di dema Imparatoriya Bizans de weke Dêra Patriyarkiya Ortadoks a Yûnanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453’an de Stenbol girtin û Dêra Ayasofya guhertin û kirin mizgeft.

Piştî damezirandina komara Tirkiyê, di sala 1934’an de, hikûmeta Tirkiyê ew avahiya dîrokî kire muzexane ji wê rojê heta niha wek mûze dihat bikaranîn.

Back to top button