Li tengava Bab El-Mendep’ê li dijî keştiyekî êrîş pêk hat

Bab El-Mendepê li dijî keştiya barhilgir a Yunanîstanê êrîşeke bi moşekan hat kirin.
Şîrkete ewlekariya deryayî Ambrey vê êrîşê piştrast kir.
Li aliyê din Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li dijî alawên leşkerî yên Hûsiyan du êrîşên nû pêk anîne.

Hat ragihandin ku li Tengava Bab El-Mendeb a ku Behra Sor bi Kendava Adenê ve girêdide, li dijî keştiya barhilgir a Yewnanîstanê ya bi ala Giravên Marshall e, êrîşeke bi moşekan hat kirin.

Şîrketa ewlekariya deryayî Ambrey ku navenda wê li Îngîlîstan e, di daxuyaniyekê de ragihand, keştiya ku di tengavê re derbas dibû, bi mûşekan hatiye armanckirin.

Hat parvekirin ku di êrîşê de keştî derbe xwar û ji aliyê rastê ve xisar dît.

Ambrey ragihand ku keştî ber bi bajarê Bandar Îmam Xumeynî yê Îranê ve diçû û hat gotin:

“Xwediyê komê û operatorê bi awayekî rêkûpêk bazirganiya barhilgiran dike. Ji ber vê yekê ev der weke cihê muhtemel tê dîtin.”

Amerîka li dijî Husiyan 2 êrîşên nû pêk anî

Ji aliyekî din ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, wan 2 êrîş li dijî wesayîtên bêpîlot ên serzemînî yên bi teqemenî û mûşekên Husiyan pêk anîne.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê de wiha hat gotin:

“Hêmanên girêdayî CENTCOM’ê li dijî 2 wesayitên bêmirov ên bejahî û 3 fuzeyên gerok ên keştiyê yên Hûsiyan êrîşeke xweparastinê pêk anîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hûsiyan xwe amade dikin ku ji herêma bakurê Yemenê bi wesayîtên bejahî yên bêmirov û fuzeyên ku hatine tesbîtkirin êrîşî keştiyên bazirganiyê yên li Behra Sor bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ev ji bo keştiyên hêzên deryayî yên Amerîkayê “xeteriyeke nêzik” in.

Hûsî: Di êrişên Amerîka û Îngilistanê de 17 endamên me hatin kuştin

Hûsiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike, ragihandin di êrişên Amerîka û Îngilistanê de 17 endamên wan hatine kuştin.

Hat eşkere kirin ku di nava kuştiyan de, kesên payebilind jî hene.

Ji bo kesên hatine kuştin merasim hate lidarxistin, lê derbarê dem û cihên ku lê hatine kuştin agahî nehatin parvekirin.

Hûsiyan: Tevgera keştiyên Îsraîlê li Behra Sor rawestiyan

Back to top button