PYD: Rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê pîroz be

Meclisa Giştî ya PYD’ê û Koordînasyona Kongra Star rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir. Di daxuyaniyan de hate gotin, “Em bi hev re sala 2022’an bikin sala azadiya fîzîkî a rêber Apo.”

Sibe rojbûna Rêberê gelan Rêber Apo ye.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya rojbûna rêber Ocalan daxuyaniyek da.

PYD’ê diyar kir Rêber Apo bi pêşxistina projeya neteweya demokratîk gelê Kurd ji komkujiyan xilas kir û wiha got:

“Serok Apo di dawiyê de gihaşt encamekê ku xilasiya gelê kurd bi xilasiya gelên li herêmê ve girêdayî ye.

Bi paradîgamaya nû Rêber Apo ji gelên Mezopotamya û cihanê re bingehê jiyaneke azad, bi rûmet û demokratîk afirand.

Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê Kurd û gelên herêmê ye

Em rojbûna rêber Ocalan li gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê pîroz dikin”

PYD’ê bang li hêzên demokratîk û şoreşger ên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo tekoşînê xurt bikin.

Bi wesileya 4’ê Nîsanê Koordînasyona Kongra Star jî daxuyaniyek da.

Kongra Star: Em sala 2022’an bikin sala azadiya fîzîkî a Rêber Apo

Kongra Star anî ziman Rojbûna Rêber Apo di heman demê de rojbûna mirovê azad e û ev tişt got:

“4’ê Nîsana salvegera 73’an a rojbûna rêber Abdullah Ocalan e ku tevahî jiyana xwe bi berxwedanê derbas kir.

Têkoşîna Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê ji bo azadî û rumeta gelê wî ye.

Ev îrade êdî ji gelên herêmê re bûye jêdera têkoşîna demokratîk, azadî, aştî û yekitiya gelan. ”

Herwiha Kongra Star salvegera 9’emîn a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî pîroz kir û got:

“Damezirandina YPJ’ê jî berhemên vê têkoşînê ye.”

Di dewamê de Kongra Star bal kişande ser tecrîda li ser Apo û diyar kir heta ku azadiya fîzîkî a Rêber Apo mîsoger bibe divê li tevahî qadan têkoşîn bê mezin kirin û sala 2022 bibe sala azadiya Rêber Apo.

Back to top button