Salvegera 9. a damezrandina YPJ’ê bi merasîmeke leşkerî hat pîrozkirin

Îro li navçeya Şedadê merasîma pîrozkirina salvegera 9’an a damezrandina YPJ’ê hate li darxistin. Di merasîmê de fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrîk axivî û diyar kir ku ew ne tenê parastina jinan, lê belê têkoşîna ji bo tevahî civakan erka xwe dibînin.

Yekîneyên Parastina Jin di 4’ê Nîsana 2013’an de piştî lidarxistina konferansa yekê,yekemîn tabûra bi navê şehîd Rûken li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê hate ragihandin.

Piştre tabûra şehîd Edalet li bajarê Qamişlo û tabûra şehîd Dîcle li Kobanê hate avakirin.

Sibe salvegera 9’an a damezrandina YPJ’ê ye.

Bi vê boneyê li bajarokê Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê YPJ’ê merasîmeke leşkerî hat lidarxis.

Di merasîmê de Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrîk, salvegera 9’an a damezirandina YPJ’ê li Rêber Abdullah Ocelan, şehîdên şorêşê, malbatên Şehîdan û tevahî jinên tekoşêr pîroz kir.

YPJ’ê hêza xwe ji jinên ku bi sedsalane li dijî desthilatdariyê têdikoşe girtiye

Sozdar Dêrîk diyar kir ku wan wek Yekîneyên Parastina Jin, parastina jinên ji hemû pêkhateyan ji xwe re weke erkekî dîtin

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Sozdar Dêrîk di dawiyê de got:

Me hêza xwe ji tevahî jinên têkoşer ên ku bi sedsalan e rastî zilm û zordariyê hatine û serî netewandine girtiye.

Merasîma pîrozbahiyê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe û Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Back to top button