Talîbanê navçeyek din ya li bakurê Efxanistanê kontrol kir

Li Efxanistanê şerên dijwar. Hikumet Efxanistan û çekdarên Talîban. Navçeya Endhoy a eyaleta Faryab. Di 2 mehan de 40 navçe. Ji 400 navçeyan şer li derdora 200’î gur bûye.

Li Efxanistanê di nava 2 mehên dawiyê de şerên herî dijwar yê navbera artêşa Efxanistan û çekdarên Talîbanê de rû didin.

Talîbanê bi dijwarkirina şerê li bakurê welat re, herêmên nû kontrol dike.

Cîgirê Encûmena Parêzgeha Faryab Mihemed Nader Seîdî ji çapemenîyê re got, çekdarên Talîbanê êrişî navçeya Andhoy ya eyaleta Faryabê kirin.

Mihemed Nader Seîdî diyar kir ku di encama êrîşê de navenda navçeyê ket bin kontrola Talîban û hêzên ewlehiyê paşde vekişiyane.

Seîdî destnîşan kir ku di dema şer de, 70 dikanên li navenda navçeyê hatine şewitandin.

Li gorî şahidên bûyerê, di êrîşa hewayî ya ku ji hêla hêzên Efxanî ve pêk hat de sivîl jî hatin kuştin.

Talîbanê jî di daxuyaniya ku dayî de îdia kir ku navenda navçeyê bi giştî kontrol kirin.

Ji aliyê din ve, çekdarên Talîban duh navçeyên Kurgan û Karamkol ên eyaleta Faryabê xistibûn bin kontrola xwe.

Hikumeta Efxanistan: Di 24 saetên dawiyê de 248 çekdarên Talîbanê hatine kuştin

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku li dijî Talîbanê li 10 parêzgehên welêt operasyon hatine lidarxistin.

Di encamê de, 248 çekdarên Talîbanê hatine kuştin,

137 çekdar birîndar û 12 jî hatine girtin.

Her wiha 42 bombeyên amade jî hatin bêkêrkirin.

Di nava 2 mehan de zêdeyî 40 navçe ketin destê Talîbanê

Di nava 2 mehên dawiyê de, jimara navçeyên ji aliyê Talîbanê ve hatine kontrolkirin ji 40’an derbas kir.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bilî navendên bajaran, Talîban ji sedî 50 heta 70’ê xaka welêt kontrol dike.

Her wiha li seranserî welat ji 407 navçeyan 130’î ji wan kontrol dike.

Şerê di navbera hêzên ewlehiyê û Talîban de li piraniya axa Efxanistanê dewam dike.

Şer ji 407 navçeyan li derdora 200 î didome.

Back to top button