NY: Di nava 20 salan de 4 milyar kes ji rewşa avhewayê bandor bûne

Lêgerîna mirovan ya zêdebûna sermayê, bûye sedema mirina wan. NY diyar kir ku ji guhertina avhewa ya di nava 20 salên dawiyê de, 4 milyar kes bandor bûne. Her sal jî 26 milyon kes feqîr dibin.

Duh li Brukselê ” Pêncemîn rûniştina tematîk a taybet ya Neteweyên Yekbûyî li ser av û karastan” hat lidarxistin.

Di bernameyê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres axivî û got:

Sedemên sereke yên piraniya karesatên li cîhanê yên weke lehî, bahoz, ziwatî, tsûnamî û erdhejî çavkaniya xwe ji avê digire. Ji ber karesatên xwezayê her sal 26 milyon kes hejar dibin. Di nava 20 salên dawiyê de ji ber zêdebûna karasatên avhewayê 4 milyar kes bandor bûne. Her wiha zêdeyî 0,97 trilyon dolarê Amerîkî jî, ziyanên aborî dîtiye.

Antonio Guterres anî ziman ku karasatên xwezayî yên di nava 2 salên dawiyê de derketîn, bo sedema mirina milyonan kesî û hilweşîna 2.97 trilyon dolarê Amerîkî.

Guterres daxuyakirin ku heta 2030’an wê ji sedî 50 alîkariya mirovî ya li cihanê li ser karesatên guhertina avhewayê were xerckirin.

Sekreterê Giştî yê NY teqez kir rêya herî girîng ya derbaskirina vê pirsgirêkê, kêmkirina germahiya global bi qasî 1,5 pileyî ye.

Antonio Guterres diyar kir ku ji ber cûreya nû ya vîrûsa Coronayê, civak di rewşên aborî yên zor re derbas dibin.

Guterres ji bo guhertina avhewayê bang li welatên pêşketî kir, bi 100 milyar dolarî sozên xwe yên salane pêk bînin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres got,

“Her dolarekî Amerîkî ku di çêkirina binesaziyê de were xerckirin, wê 4 dolarê Amerîka di dema jinûve avakirinê de fayde bike.”

Back to top button