Qahîre: Gotûbêjên me li gel Tirkiyê hatine rawestandin

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî ragihand ku gotûbêjên navbera Qahîre-Enqerê hatine rawestandin. Lê dewleta Tirk serî li Kuweytê da ku nakokiyên di navbera wê û Misirê de çareser bike û danûstandinan ji nûve dest pê bike.

Samih Şukrî eşkere kir ku danûstandinên Misir-Tirkiyê niha hatine rawestandin.

Şukrî eşkere kir ku heta niha ji bo ji nûve destpêkirina civînên lêgerînê di navbera her du aliyan de, rojek nehatiye diyarkirkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê di hevpeyvînekê de bal kişand ser nerazîbûna Qahîre ji hin siyasetên Enqere û işaret bi dosya Lîbyayê kir.

Piştî ku diyalogên dewleta Tirk yên bi Misirê re têk çûn, serî li Kuweytê da ku zexta li ser xwe sivik bike û hewl bide lihevkirineke mîna ya Misir-Qeterê pêk bîne.

Back to top button