Li Herêma Firatê yekemcar turnovaya jinan a fotbolê dest pê kir

Li Herêma Firatê yekem car bi beşdarî 7 tîman turnovaya footbolê ya jinan pêk hat.

Maça Turnovayê ya jinan li Kobanê li stada “Dostaniya Kobanê û Nerwêcê” tê lîstin.

Tê de 7 tîm, tîma Karkeran, Yekitî, Prewerde, Berxwedan, Firat, Nesrîn û Roşîn beşdar bûne.

Tornova bi maça yekmîn di navbera tîmên Karkeran û Prewerdê dest pê kir û bi serkeftina tîma Prewerdê li hemberî tîma Karkeran qediya.

Her tîmek di qonaxa destpêkê de 6 maçan bilîze û di ya dawî de jî 6 maçan bilîze û bi 12 maç in.

Ev gera turnovayê 3 roja wê berdewam bike.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl anî ziman ku jinên ciwan û werzîşvan li vê herêmê gelek ked dan heta ku gihaştin vê astê.

Back to top button