HPG’ê: Çalakiya fedayî ya li Mêrsînê hevrêyên me Sara û Rûken pêk anîn

HPG’ê ragihand ku çalakiya fedaî ya li Mersînê ji aliyê gerîla Sara û Rûken ve hatiye lidarxistin û got,
“Ev çalakî bersiva li zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla ye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya fedaî ya li navçeya Mezîtlî ya Mersînê a Tirkiyê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir şeva 26’ê Îlonê du gerîla yên fedaî li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiyeke fedaî kirin û wiha got,

“Ev çalakî bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla ye.

Hevrêyên me Sara û Rûken perspektîfa tîma gerîla ya fedaî ya profesyonel ji xwe re esas girtin, xwe ji çiyê berdan, tora îstîxbaratê ya dijmin têk birin û bi rengekî serketî gihîştin armanca xwe.

Rejîma AKP-MHP’ê dixwaze atmosfereke wisa biafirîne ku qaşo ‘li Tirkiyê li ser her tiştî serwer e, têkildarî civakê bi her tiştî zane, li her derê sîxurên xwe heye’ û bi vê têgihiştinê hewl dide civakê bitepisîne.

Lê belê heta ku me daxuyanî neda, dijmin ne li ser nasnameya hevrêyên me ne jî li ser naveroka çalakiyê ti agahiya xwe tune bû.”

HPG’ê: Vê çalakiyê nîşan da ku milîtanên Apocî yên fedaî dikarin çi bikin

HPG’ê da zanîn tîma gerîla ya fedaî ya bi fermandariya Şehîd Sara, bi rengekî profesyonel gihîşt armanca xwe û wiha dewam kir;

“Hevrêyên me Sara û Rûken bi wêrekiyeke mezin, bi xwe bawer, bi xwînsarî û bi biryardariyeke mezin bi ser dijmin de çûn û ruhê fedaîtiyê nîşan dan.

Bi însiyatîf destpêkê bi debanceyê, piştre jî bi çekên otomatîk li dijmin xistin.

Ev çalakî di asta herî bilind a profesyoneliyê de bi hostatî hate plankirin ku bi ti awayî zerar negihêje sivîlan.

Ev plana xwe bi rengekî serketî bi cih anîn, piştî ku bi dijmin re şer kirin, dijmin bi ser xwe ve kişandin û teqemeniyên amade kiribûn teqandin.

Bi vî rengî çalakiya xwe pêk anîn û şehîd bûn.

Vê çalakiya hevrêyên me Sara û Rûken nîşan da ku tîmên gerîla yên fedaî û profesyonel û milîtanên fedaî yên Apocî dikarin li her cihê bixwaze di her astê de çalakiyê bikin.”

HPG’ê: Hevrêyên ku xwe feda kirine, nirxên me yên herî pîroz in

HPG’ê diyar kir Hikumeta AKP-MHP’ê nasnameya gerîlayên ku ev çalakî kirin nekarî tespît bike û ev yek jî radixe pêş çavan ku di îstîxbaratê de çiqasî lewaz e û wiha dewam kir,

“Hikumeta AKP-MHP’ê tevî ku zane hevala me Zozan Tolan tevlî vê çalakiyê nebûye jî bi zanebûn navê hevala me Zozan da û xwest vê yekê ji bo zextê li malbatê û derdora wê bike, weke amûrekê bi kar bîne.

Ti eleqeya hevala me Zozan bi vê bûyerê re nîne, ew li ser erka xwe ye.

Hikumeta AKP-MHP’ê nekarî tespît bike bê hevrêyên me yên fedaî ji ku hatine û çalakî kirine. Bi zanebûn hewl da nîşan bide ku mîna ‘Ji Rojava hatine û çalakî kirine’.

Hevala me Rûken ti têkiliya xwe bi rêxistinên li Rojava re nîne.

HPG’ê di dawiyê de diyar kir gerîlayên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin xwe feda dikin, nirxên herî pîroz in û derbarê nasnameyên her du gerîlayan de ev agahî da;

Nasnav: Sara Tolhildan
Nav paşnav: Dilara Urper
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Pîroz-Hamdî
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2022 / Mersîn
Nasnav: Rûken Zelal
Nav paşnav: Emel Feremez Hisên
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Faîze-Feremez
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2022 / Mersîn
Back to top button