Mezaxtiyên Erdogan ya rojekê bi qasî fonê 3538 karmendên dewletê ye

Li gorî rapora Dîwana Muhasebatê, di sala 2021’an de lêçûnên rojane yên Serokomariyê 10 mîlyon TL bû.
Ev yek jî dike, fonê mihane yê 3 hezar û 538 kesî yên di saziyên dewletê de kar dikir.

Li Tirkiyê ji ber bêedaletiya heyî, welat li ber lingan diçe.

Di demekê ku şefê rejîma Tirkiyeê Receb Tayyîp Erdogan qala sebrê dike de, laporek balkêş derket.

Dîwana Muhasebatê (Dadgeha Lênêrîna Dezgehên Dewletê – sayiştay) rapora kontrolê ya hesabên 2021ê yên Serokomariyê eşkere kir.

Li gor daneyên di raporê de, lêçûnên giştî yên Serokomariyê ku di sala 2020’an da 2 milyar û 896 milyon û 174 hezar û 350 lîre bû, di sala 2021an da bi 814 milyonî zêde bû.

Lêçûnên rojane yên Serokomariyê ku di sala 2020’an de, bi qasî 8 milyon lireyî bû, di sala 2021an da bi qasî 2 milyon lireyî zêde bû derket 10 milyon lireyî.

Lêçûnên personelên Serokomariyê ku di sala 2020’an de, 314 mîlyon û 560 hezar û 579 lire bû, di sala 2021’an da 54 mîlyon lire zêde bû û derket 368 milyon û 773 hezar û 241 lireyî.

Ev yek jî tê wateya, 2021’an di mezaxtiyên serokomariya Tirkiyê ya rojane de, bi qasî fonê 3538 karmendên dewletê ya mehane bû.

Di wextekî ku Erdogan aboriya Tirkiyê xistiye bin xizmeta xwe de, ji welatiyan daxwaza sebrê dike.

Back to top button