Kampanya komkirina alîkariyê ya HDP’ê li Hewlêrê didome

Kampanya HDP’ê ya ku di 9’ê Sibatê de li Hewlêrê destpê kiriye hêjî dewam dike. Yek ji organîzatoran Perêz Umer anî ziman ku dewleta Tirk dest datîne ser kel û pelan, nahêle bighê destê mexdûrên erdhejê yên Bakûrê Kurdistan. Lewma ew hewil didin pereyan ji bo mexdûran rê bikin.

Perêz Umer da zanîn ku kampanyaya wan ya ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê wê heya 20 rojên din jî dewam bike.

Perêz behsa alîkariyên hatine komkirin kir û ev tişt got: “Heya niha gelek pere û zêdetirî du barghilgirên mezin pêywîstiyên xurek, kelupelên din hatine komkirin.

Pêwîstiya kampanyayê bi pere heye, ji ber ku pere hîn bi hêsanî dikeve destê mexdûran.

Ji bilî vê pêwîstiya me bi hemû cûrên cil û berg, çadir, xurek û pêwîstiyên jin û zarokan heye.

Ji ber ku Dewleta Tirk dest datîne ser kel û pelan, em dixwazin ji bo Bakurê Kurdistanê alîkariyên pere bişînin.”

Back to top button