Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar der barê erdhejê de axivî

Têkildarî rojeva erdhejê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî. Mîthat sancar diyar kir ku desthilata xemsar berpirsyarê komkujiyê ye û ew ê teqez hesab bipirsin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Mîthat Sancar li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê axivî.

Mîthat Sancar bal kişande ser karesata erhejê û xemsariya desthilata Tirk a li hemberî birîna mexduran.

Sancar diyar kir ku eger di dema xwe de destwerdaneke rast ji aliyê dewletê ve li cihên erdhejê bihata kirin, wê niha bi hezaran kes sax biyana.

Sancar pirsî gelo ka çima di saetên destpêkê yên piştî erdhejê de desthilatdarî û saziyên wê neketin tevgera xilaskirina gel û got::

” Astengiya li pêşiya vê yekê çi bû? Derfet û hebûna saziyên dewletê çima nehatin bikaranîn.

Tîmên sivîl û fermî yên lêgerîn û rizgarkirinê çima bi lez ber bi herêmê ve nehatin şandin?

Eger tedbîrên pêwist hatibûna girtin, wê 4 saetan têrê bikira ku hemû sazî biketana tevgerê.”

Mîthat Sancar: Serkêşê berpirsyaran, Erdogan 

Mîthat Sancar destnîşan kir ku berpirsyarê zêdebûna qurbaniyan diyar e û ev yek got: “Berpirsyarê mirinan, desthilata ku li ser talan û derewan hatiye avakirin. Mejiyê enqazê yê riziyayî ye.

Sazî hemû jî ji bo Serokomar û parastina berjewendiyên xwe dixebitin.

Her rayedarekî li van saziyan bûne mîna xulamê li ber fermana Serokkomariyê serî ditewînin..”

Mîthat Sancar : Em ê hesabê vê qirkirinê teqez bipirsin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar anî ziman ku wê hesabê vê qirkirinê teqez bipirsin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li gorî vê dema lezgîn, divê xwerêvebirin bê pêşxistin.

Rizgariya civakî bi rêxistinbûn û piştevaniya gel dibe.

Ev yek ne tenê siyasî her wiha wezîfe û berpirsyariyeke mirovî ye.”

Back to top button