Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Şengalê bi çalakiyan roja Zimanê dayîkê hat pîroz kirin.
Bi pêşengiya Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê, xwendevan û memostayan bi meşekê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin.
Meş ji dibistana Navîn ya Şehîd Jiyan destpêkir û heta Navenda Çand û Huner a Mexmûrê dewam kir.
Li wir daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin:
“Ji bo em bikarin pişaftina zimanê kurdî bêbandor bikin, divê em gelê Bangledeşê ji xwe re bikin mînak.
Weke qada perwerdê, çalakiyên xwe yên li hember dagirkeriya Tirk zêde bikin û ji gel re pêşengiyê bikin.”
Li Şengalê roja zimanê dayikê ya cîhanî hat pîrozkirin
Bi heman boneyê, li Şengalê jî Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê diyarî li şagirtan belavkirin û daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bang li Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çand a NY hatekirin da ku ji bo pêşxistna sîstema zimanê dayikê li Şengalê bibe alîkar.