Şêxmeqsûd-7 Sal di ser êrişa kîmyewî re derbas bûn

Beriya 7 salan çeteyên Tirkiyê êrişî Helebê kiribûn.
Û di êrişên xwe de li dijî Şêxmeqsûdê çekên Kîmyewî bi kar anîn.
Di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî.
Şervanê YPG’ê Cemîl Doşka ku şahidê êrişan bû wiha dibêje:
”Dema çekên Kîmyewî bi kar anîn, min jî zirar jê dît.
Wê demê bêhna min çikiya û ez ji ser hişê xwe çûm.” 

Dîroka dewleta Tirk û çeteyên wê tijî sûc in.

Beriya 7 salan van çeteyan êrişî Helebê kiribûn.

Di êrişê de çekên Kîmyewî li ser Şêxmeqsûd bi kar anîn.

Çeteyan bi kêmanî 3 caran Şêxmeqsûdê bi madeyên jehrê topbaran kirin.

7ʹê Adara 2016’an cara yekê bû ku tax bi madeyên kîmyewî hatibû bombekirin.

7ʹê Nîsana heman salê de careke dudiyan tax bi çekên kîmyewî hat topbarankirin.

Cara sêyemîn jî di 8’ê Nîsana heman salê de bû.

Di encamê de bi dehan kes bi jehrî ketin û hejmarek kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Tevî hebûna belgeyan hêj jî ev sûcdar nehatine darizandin.

Derbarê mijarê de şervanê YPG’ê Cemîl Doşka axivî.

Cemîl Doşka: Bi çekên kîmyewî êrişî me kirin

Cemîl di wan êrişan de li xetên pêş parastin dikir.

Û wî bi xwe jî zirar ji çekên Kîyewî yên hatibûn bikaranîn dîtiye.

Cemîl Doşka bi van gotinan behsa wan rojan dike.

Cemîl Doşka anî ziman ku di wan êrişan de çeteyan hemû çekên qedexekirî bi kar anî.

Cemîl dibêje dema çek hatin bikaranîn wî zerar dît û bêhn lê çikiya.

”Ger Tirkiyê ne li pişta wan ba wê çek nehatana bikaranîn”

Cemîl Doşka diyar kir ku ger dewleta Tirk ne li pişta çeteyan ba wê nehatana bikaranîn.

Li gorî daneyên fermî yên Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê:

”Di sala 2016’an de ji ber çeteyên Tirkiyê 200 sivîl şehîd bûn û 600 jî birîndar bûn.”

Back to top button