POMPEO NÎŞANEYA DESPÊKÊ YA PÊKANÎNA CEZAYAN LI SER TIRKIYÊ DA

Di nava bêdengiyekê de Krîza S 400 di navbera Amerika û tirkiyê de dimeşe. Dewleta tirk daxwaza aramiyê dike, Amerîka jî amadekariyên pêkanîna cezayên nû li ser Tirkiyê dike.

Wezîrê karê Derveyê yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir ku divê pêkanîna cezayên nû li ser Tirkiyê were ferzkirin.

Li gorî Rojnameya The Washington Post ragihandî, Pompeo gotiye:

Zagonên me didin nîşandan ku divê pêkanîn li ser tirkiyê werin ferzkirin.

Hêvîdarim ku em û serok Trump jî li gorî zagonan tev bigerin.

Her çiqasî Serokê DYA Donald Trump di kongra G 20 ya serokên welatan li Japonya de peyamên nerm ji bo tirkiyê dabû jî , lê Kongres, Pentegon û Wezareta Karê Derve helwesta xwe neguhertin.

Doh jî Bloomberg eşkere kiribû ku piştî wergirtina tirkiye ji S 400 re Emerîka li ser pêkanînan paketek ji cezayan li ser 3 qonaxan amade kiriye.

Ev jî bi rêya CAATSA (Qanûna Têkoşînkirina bi Rêya Pêkanînên Dijminên DYA) tê kirin.

Çavkaniyên ku ji Bloomberg re axivîn diyar kirine ku wê ev paketa pêkanîna cezayan vê hefteyê were eşkerekirin.

Leave a Reply

Back to top button