Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, der barê astengkirina tedawiya girtiyan a piştî greva birçîbûnê û binpêkirina mafên mirovan pêşnûme pirs pêşkêşî Wezîrên Edalet û Tenduristiyê kir.
Parlamentera HDP’ê Leyla Guven diyar kir, tedawiya girtiyan a piştî grevên birçîbûnê tê astengkirin û mijar xist rojeva meclîsê.
Guven ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ev pirs kir:
Li 92 girtîgehan di mijara şopandina pêvajoya piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê de karek hatiye kirin?
Eger hatibe kirin, çi hatiye kirin?
Hûn ê vî karî bi raya giştî re parve bikin?
Haya wezareta we ji helwestên kêfî û metirsîdar ên rêveberiyên girtîgehan heye gelo?
Der barê van helwestên kêfî de çend gilî li wezareta we hate kirin?
Der barê kes û rêveberên giliyê wan hatiye kirin de wezareta we karek kiriye?
Ji bo mexdûriyeta girtiyên ku ji ber lêpirsînê nayên berdan hûn ê tiştekî bikin? Hejmara girtiyên ku cezayên wan temam bûne lê ji ber lêpirsîna dîsîplînê nayên berdan çend e?