Rêjeya alîkarî ya ku hat komkirin negihîşt asta têrker

Ji ber şerê navxweyî ku ji sala 2015’an ve li Yemenê diqewime krîzeke mezin a mirovî heye. Ji bo bidawîkirina krîzê rêjeya alîkarî ya ku di konferansa alîkariyê de hate komkirin ne gihîşt asta têrker.

Li gorî daxuyaniyên dawî yên Neteweyên Yekbûyî (NY), li kêleka krîzê xeter ji belavbûna vîrûsa Corona heye.

Ji siyan yekê şêniyên Yemenê ketine rewşa hewcedariya bi alîkariya mirovî.

Metirsî li ser 5.5 milyon heye ku ne xwarin ne jî av bi destê wan bikeve.

Neteweyên Yekbûyî û saziyên cuda ji bo çareseriya kirîzê di navbera mehên Hezîran û Kanûnê de daxwaza 2.4 milyar dolarî kirin.

Hate ragihandin ku 180 milyon ji vî pereyî wê tenê li dijî vîrûsa Corona bê bikaranîn.

Lê di konferansê de tenê milyarek û 350 milyon dolar alîkarî hate komkirin.

Back to top button