65 jê zarok zêdeyî 230 Filistînî hatin kuştin

Roj derbas dibe û bîlançûya şerê navbera Filistîn û Îsraîlê jî zêde dibe.
Weke piraniya şeran careke din qurbaniyên şer sivîlin.
65 jê zarok heta niha zêdeyî 230 Filistînî di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.
Hemas dibêje di nava 1-2 rojan de wê agirbestek were ragihandin.
Îsraîl jî dibêje wê êrîş ranewestin.

Îro careke din şerê navbera Îsraîl û Filistînê bi hemû dijwariya xwe despê kir.

Dengê topbarna û êrîşan qet kêm nebû.

Lê weke piraniya şeran, careke din bîlançoya qûrbaniyên şer sivîl bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xeza bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê de heta niha 65 jê zarok, 39 jin bi giştî jimara kesên mirîn gihişt 230’an.

Jimara birîndaran jî bû 1710.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe ya dayî de diyar kir ku wan bi balefirên şer û topavêjan herêmên Xeza kirine armanc.

Artêşê di peyama li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kirî de ji xelkê Îsraîlê xwest ku li cihên bi ewle rawestin.

Di vê navberê de, artêşa Îsraîlê nêzî sed kesî binçav kirine.

Rêveberiya Xeza dibêje heta niha li herêma Şerîda Xeza 1800 avahî ji ber êrîşên Îsraîlê ziyan dîtine.

NY: 75 hezar kes ji xezayê koçber bûne

Netewên Yekbûyî jî dibêje heta niha ji ber êrîşên li ser Xeza herî kêm 75 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûne.

Hemas: Dibe di nava 1-2 rojên pêş de agirbest were ragihadin

Berpirsê Hemasê Mûsa Ebû Merzuk hêviya dawîbûna şerê liherêmê geş kir.

Ebû Merzuk daxuyakirin ku dibe di nava 1-2 rojên pêş de agirbest were ragihandin.

Wezîrê Karê Derve yê Almanya Heiko Maas jî di serdana xwe ya li Tel Evîv banga rawestandina şer kir û ji DYA xwest ku bikeve tevgerê.

Netanyahu banga Biden ya agirbestê nepejirand

Serokwezîrê Îsraîl Binyamin Netanyahu jî bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku wî banga Serokê DYA Joe Biden ya ji bo rawestandina şer qebûl nekiriye.

Partiya Demokrat ji ber aloziya navbera Îsraîl û Filistînê bûne du beş

Li aliyê din, Parlamenterên Partiya Demokrat yên DYA di bin serkêşiya Ocasio-Cortez de dixwazin ku Rêveberiya welat Joe Biden biryara firotina çekan ji bo Îsraîl ya bi bihayê 735 milyon dolar rawestîne.

Mijara aloziya navbera Îsraîl û Filistînê partiya Joe Biden xistiye du beş.

Moskowa: Em ê li hember kuştina Îsraîl ya ji bo sivîlan bêdeng nemînin

Wezareta Karên Derve ya Rûsya jî ragihand ku ewê li hemberî êrîşên Îsraîl yên armanckirina sivîlan bêdeng nemînin.

Back to top button