Partiya Çep a Kesk buroyên hilbijartinê vedike

Partiya Çep a Kesk ji bo wê buroyên hilbijartinê li her derê vedike.
Herî dawî li Şirnex, Amed û Mêrsîn buro hatin vekirin.
Di dema vekirina buroya Mêrsîn de hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî.
Û diyar kir ku neçarserkirina pirsgirêka Kurd sedema aloziyên li Tirkiyê ye.

Vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk dewam dikin.

Di vê derbarê de li taxa Cûdî ya Cizîra Şirnexê buroyek hat vekirin.

Li Şirnexê buroya hilbijartinê hat vekirin

Hevberdevka partiyê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de gelek kes beşdar bûn.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dema vekirina buroyê de axivî û ev tişt anî ziman:

”Gelê Cizîrê ji niha ve encama hilbijartinê diyar kiriye.

Gelê Cizîrê berê destûr neda polîtîkayên înkarê niha jî wê destûr nede.”

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ya jinan bi coşekê mezin hat vekirin.

Bername bi govendgerandinê û berzkirina sloganan bi dawî bû.

Amed-Buroya hilbijartinê vebû

Li Taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê jî buroya hilbijartinê ya jinan a duduyan hat vekirin.

Li wir berdevka Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica axivî, bal kişdan li ser polîtîkayên li hemberî jinan û got:

”Em ê di vê hilbijartinê de bersiveke mezin bidin vê detshilatê û em ê bi ser bikevin.”

Piştre Dayikên Aştiyê buro vekirin û di vê demê de meşale hatin vêxistin.

Salîhe Aydenîz: Ji bo çareseriyê divê deriyê Îmraliyê vebe

Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê, li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê jî buroya hilbijartinê vekir.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî, balkişand ser tecrîda li Îmraliyê û got:

”Îro ger ku Tirkiye bi qeyranê re rû bi rû mabe sedema vê yekê ne çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Em ji vir dibêjin ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd pêwîste deriyê Îmraliyê were vekirin.

Heta deriyê Îmraliyê venebe em ê têkoşîna xwe li her derê mezin bikin.

Em dizanin birêz Abdullah Ocalan nîşaneya demokrasî, azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Lewma em dibêjin ev hilbijartin di navbera azadî û faşizmê de ye.

Em tên ji bo azadiyê û ji bo aştiyek birûmet. Em tên ji bo azadiya gelan û azadiya birêz Ocalan.”

Back to top button