Hikumeta Holandî 2 DAIŞiyên xwe yên ji Tirkiyê hatin, girtin.
Hikumeta Holandî ragihand ku 2 jinên DAIŞê yên welatîbûyîna Holandî hildigirin, li balafirgeheke paytextê hatin girtin.
Dozgeriya Giştî ya Holandî jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku yek ji wan xwedî 2 zarokan e û ya din jî di 2018’an de li Tirkiyê girtî bû.
Li gorî dozgeriyê, ew ê roja Înê li pêşberî dadgeha Rotterdam werin dadgehkirin.
8’ê Mijdarê Wezîrê Hindirîn yê dewleta tirk Soleyman Suylu ragihand ku ew ê DAIŞ’iyên li gel xwe ji bo herin welatê xwe dersînor bikin.