Wezareta Karên Derve ya Swêdê têkildarê bûyerê Îranê bang li sefîrê bilind ê Îranê kir

Wezareta Karên Derve ya Swêdê, ji bo tundiya ku rêjîma Îranê li dijî xwepêşandêran dike bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kir.

Rojnameya Dagens Nyheter ya Siwêsirî ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Swêdê bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kiriye û tundiya ku rêjîma Îranê li xwepêşandêran dike şermezar kir.

Wezîra Karên Derve Ann Lînde piştrast kir ku bang li Sefîrê Bilind ê Îranê hatiye kirin.

Lînde diyar kir ku ew ji bûyerên li Îranê diqewimin bi fikar in.

30 parlamenterên ji partiyên cuda yên Siwêsirayê ji bo tundiya rejîma Îranê ya li dijî xwepêşandêran şermezar bikin li pêşiya avahiya parlamentê xwepêşandanek li dar xistin.

Kurdistanî û Îraniyan jî êvara Sêşemê li meydana Sergelstorgê bi heman armancê çalakiyek kirin.

Leave a Reply

Back to top button