Çeteyên dewleta Tirk 5 şêniyên Efrînê revandin

Kiryarên dermirovê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li pêşiya çavê hemû cîhanê xwe dide der.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 5 şêniyên Efrînî revandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji hundirê navçeya Şêrawa ya Efrînê daye, 14`ê Mijdarê çeteyên koma ‘El-Hemzat’ ê 4 şêniyên gundê Basûtê revandin.

Navên kesên hatine revandin, wiha ne:

Elî Xelîl Xalid, Heyder Semîr Wilo, Hemze Xalid û Hisên Dimso.

Heman çavkaniyî ragihand ku çeteyan ‘El-Hemzat’ ew birine girtîgehek li bajarê Efrînê û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Çavkaniyekî din ji navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên Sultan Suleyman Şah yê ku bi navê Emşat tê naskirin di 17`ê Mijdarê de şêniyê bi navê Mihemed Mustafa Şêxo yê 32 revand, û hîna çarenûsa wî jî ne diyar e.

Leave a Reply

Back to top button