Bi destpêkirina êrîşên dewlta tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran şêniyên Serê Kaniyê û Girê Spî ji cih û warê xwe koçber bûn.
Koçberên Serê Kaniyê diyar kirin ku topbarana dewleta tirk ew neçarî koçberiyê kirin û destnîşan kirin ku niha li Serê Kaniyê guhatina demografîk dest pê kiriye.
Di encama êrişên dewleta tirk a dagirker de yek ji malbatên ku ji malên xwe koçber bûne, malbata Mihemed Xelîl El-Xemîsî ye.
Mihemed Xelîl diyar kir armanca dewleta tirk qirkirina kurdan e, ji ber vê yekê niha li Serê Kaniyê û Efrînê guhatina demografîk pêk tîn e.
Mihemed Xelîl talan û diziya dewleta Tirk jî bibîrxist û destnîşan kir ku dewleta tirk genim û pempoyê şêniyên Serê Kaniyê dizî û talan kir û kesê li dijî talan û diziya dewleta tirk derdikeve rastî kuştinê tê.
Xelîl ragihand ku niha xêr û bêra Serê Kaniyê li Tirkiyê tên firotin.