Li Tirkiyê ji ber ku ciwanekî stranek Kurdî li ser medya civakî belav kir, sal û nîvek ceza lê hat birîn.
Ciwanê Kurd Yûsif Guneş li ser hesabê xwe yê medya Civakî stranek bi Kurdî belav kir.
Dewletê ev yek weke sûc dît û ew Nîsana 2022’an li Stenbolê binçav kir.
Doh li daneşînê dozger îdia kir ku Yûsif di dîmenên ku belav kirine de “propagandaya rêxistinê” kiriye.
Û ji bo wê jî xwest ku cezayê girtinê lê bê birîn.
Guneş ev gotin red kirin û da zanîn ku ew wateya gotinên di stranê de nizane û di dîmen de stran negotine.
Dawiya daneşînê de dadgehê sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da Guneş.