Senherîb Bersûm: Tirkiyê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm anî ziman ku armaca dewleta Tirk ji hewldanên lihevkirina bi Şamê re têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Senherîb Bersûm ji hikûmeta Şamê xwest ku girîngiyê bide daxwazên gelê Sûrî. 

Demeke Tirkiyê hewl dide bi hikûmeta Şamê re lihev bike û peymanan li ser hesabê gelê Sûrî çêkin.

Derbarê vê mijarê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ANHA’yê re axivî.

Senherîb Bersûm dibêje: ”Tirkiyê dixwaze projeya Neteweya Demokratîk a li herêmê têk bibe.

Armanca wî ya rast ev e, ne wekî ku dibêje bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ye.

Tirkiyê ji bo vê hewl dide bi hikûmeta Şamê re li hev bike.

Lihevkirinek bi vî rengî wê li ser hesabê xwîna bi hezaran Sûrî be.

Herdû rejîm hewl didin vîna gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryanan têk bibe.”

Senherîb Bersûm: Divê Hikûmeta Şamê girîngiyê bide daxwazên Sûriyan

Senherîb Bersûm li ser tiştên ku ji hikûmeta Şamê tê xwestin ku bike jî ev tişt anî ziman:

“Li şûna ku tawîzan bide hêzên li dijî gelê Sûrî bila li gorî daxwazê Sûriyan tev bigere û tawîzan bide hêzên demokratîk.

Ya ji hikûmetê tê xwestin jî ev e.

Ne pêngav û peymanên bi welatên dijminên Sûriyê re ji bo mîsogerkirina mayîndekirin û berdewama desthilata xwe.”

Dawiya axaftina xwe de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ev bang kir:

Lihevkirin wê ziyanê bigihîne gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, krîza Sûriyê aloztir bike û dê rê li ber şerên nû li Sûriyê veke.

Rûsiya û Amerîka bi pirsgirêka Sûriyê re têkildar in û di vê mijarê de xwedî roleke bibandor in.

Ji bo wê jî em bang li her du welatan dikin ku rê li ber her rêkeftineke di navbera van rejîman de bigire.”

Back to top button