Rêveberiya Xweser: Êrîşên li ser sivîlan bi hewldana temamkirina plana dagirkeriyê pêk tên

Têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê pêk anîbû ku di encamê de, 3 sivîl şehîd bû 6 sivîl jî birîndar bibûn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyeke da.

Duh artêşa Tirk a dagirker, komkujiyeke din li Til Rifetê pêk anî û di encamê de, 2 zarok û jinekê jiyana xwe ji dest dan û 9 şênî ji koçberên Efrîna dagirkirî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a li ser Til Rifetê şermezar kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de, bang li Rûsya û Amerîka kir ku binpêkirinên dewleta Tirk, rawestînin.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatî sûriyê berdewam in.

Ev êrîşên li ser sivîlan bi hewldana temamkirina planên dagirkeriyê û têkbirina vîna gel pêk tên, ku beriya niha jî di sala 2019’an de, zarok li Til Rifetê kiribûn armanc.

Êrişên dewleta Tirk, bi serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê û serokerkanê wê ji Bexda û Hewlêrê re pêk hatin, serdan û êrişên dewleta Tirk ji hev ne cuda ne û bi hev ve girêdayî ne û armancên vê serdanê bi rêya van komkujiyan re, eşkere bûn.

Ji lew re dewleta Tirk tevahî herêmê armanc dike û planên wê eşkere ne û li dijî Iraq, Başûrê Kurdistanê, Sûriyê û hwd.

Em Rêveberiya Xweser van êrişên li dijî sivîlan şermezar dikin û bi wê re tevahî zagonên navneteweyî tên binpêkirin, her wiha piştrast dikin ku divê Rûsya û Amerîka roleke eşkere têkildarî van êrişan de bidin û sûcên dewleta Tirk, bi dawî bikin.

Back to top button