Asayîş û çekdarên “Dîfa Wetanî” pev ketin, çekdarek hat kuştin û 4 birîndar bûn

Li Qamişlo, di navbera Hêzên asayîşê û çekdarên”Dîfa Wetanî” de alozî derket, kuştî û birîndarên çekdaran hene.

Şevê din seat 6:30’an, li taxa Hilko ya Qamişlo Hêzên Asayîşê û çekdarên “Dîfa Wetanî” yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê de şer û pevçûn derket.

Nûçeghanê me ragihand ku di encama aloziyê de, çekdarekî “Dîfa Wetenî” hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Çekdaran mûşek li mala sivîlekî li taxa Hilko xist, û zirarên madî gihandê.

Berî niha jî çekdarên navborî li Qamişlo piştî ku êriş birin ser sivîlan û bendên kontorê yên Hêzên asayîşê kirin hedef, alozî derketibû.

Back to top button