Dagirkeran gundê Aqîbê yê Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker îro careke din berê topên xwe da herêmê.
Dagirkeran gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê tobparan kir.

Vê sibehê dagirkeran gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa tobparan kir.

Nêzî 15 top li gund ketine.

Duh jî Artêşa Tirk gundê Şeala ,Um Hoş û Til Qirah ên Şehbayê topbaran kirin.

Ev demeke dewleta tirk bi dijwarî êrişî herêmê dike .

Li pêş çavên cîhanê tevî, êriş tên kirin û her sûcî pêk tîne.

Di van êrişan de kesên dibin qurban sivîlin.

Back to top button