Dagirkeriya Tirk hewl dide baregeheke din a leşkerî li bakurê rêya M4 ava bike

Dagirkeriya Tirk hewl dide ku baregeheke din a leşkerî li bakurê rêya navnetewî (M4) ava bike.
Ev jî baregeha sêyemîn e ku artêşa Tirk li herêmê çêdike.

Treksên dagirkeriya Tirk duh nuqteyeke leşkerî nêzî gundê El-Mişêrfê bi armanca ku bike baregeheke leşkerî, bi bendên axê dorpêç kir.

Baregeh kîlometreyekê li bakurê rêya navnetewî û gundê El-Mişêrfê ye û 3 km dûrî navenda navçeya Eyn Îsayê ye.

Her wiha kîlometreyekê dûrî nuqteya hevbeş a hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê ya li başûrê rêya M4 e.

Dagirkeriya Tirk di 5’ê Çileyê de baregeheke leşkerî li bakurê gundê El-Melaq ê 500 metre dûrî rêya M4 ava kiribû.

Di vê baregehê de radar, wesayîtên leşkerî û çekên giran bi cih kiribûn.

Dagirkeriya Tirk xebata avakirina baregeha leşkerî ya nêzî gundê Sîda yê li bakurê Eyn Îsayê jî di 23’yê Mijdara derbasbûyî de bi dawî kiribû.

Ji ber topbarana artêşa dewleta Tirk ji baregehên xwe, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 16 kes jî birîndar bûne.

Back to top button