Putin: Aştî yan bi danûstandinê yan jî bi zorê!

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî niyeta xwe ya mayîna li Kremlînê ya herî kêm heta 2030’an eşkere kir ku ragihand ku ew di armancên xwe yên li Ukraynayê de bibiryar e.

Vladimir Putin piştî salek û 9 mehan şer teqez kir ku armancên wî yên li Ukraynayê neguheriye.

Putin israra xwe ya çareserî wê “bi danûstandin an jî bi hêzê pêk were” didomîne û ev tişt anî ziman:

“Dema em bigihêjin armancên xwe wê aştî pêk were.”

Serokê Rûya îdia kir ku 617 hezar leşkerên artêşa Rûsyayê li Ukraynayê hene û ji wan 244 hezar leşker di Îlona 2022’an da seferber bûne û li herêma tevgera taybet hatine bicihkirin.

Putin dîsan têkildarî leşkerên Rûs yên li Ukrayna hatine kuştin ti agahî parve nekir.

Amerîka texmîn dike ku 315 hezar leşkerên Rûsyayê birîndar bûne yan jî hatine kuştin.

Putin armanca xwe ya li Ukraynayê dubare kir û diyar kir ku ew li çareseriya “bêçekkirin”, “statûya bêalî” û “bi muzakereyan an jî bi bikaranîna hêzê” pêk bîne digere.

Back to top button