Li Tebqayê navendeke bazirganiyê hat vekirin

Li Tebqayê bi armanca pêşxistina aboriyê û peydakirina derfetên kar “Navenda Tebqayê ya Bazirganiyê” hat vekirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê di vekirina navendê de amade bûn.

Xebatên avakirina navendê 3 salan dom kir ku ew ji 28 holan, 80 dikan, 6 kişk û 6 xwaringehan pêk tê.

Di serî de rêveberê navendê Mehmûd Kerîm bi navê şîrketa El Şemal axivî û wiha got:

“Em gelekî kêfxweş in ku îro piştî 3 salan ji dayîna kedê vê serkeftinê bi we re parve dikin.

Li pêşiya me gelek astengî û zehmetî derketin, lê belê li hember wan îsrara me xurt bû û me ev projeya herî mezin li ser asta herêmê pêk anî.”

Kerîm spasiya karkerên ku di pêkanîna vê projeyê de roleke sereke lîstine kir.

Her wiha, bi navê malbatên şehîdan, dayika şehîd Mihemed Ebdulqadir, Zehra El Ehmed vekirina navendê li şêniyên Tebqayê, karmend û karkerên projeyê pîroz kir.

Dayîka şehîd Elî Tebqa, Kewser Ebdulselam deriyê navendê vekir.

Piştre beşdar derbasî hundirî navendê bûn û li nav beşên wê geriyan.

Back to top button