Hêzên dagirker gundên Şehbayê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bê navber êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin. Dagirkeran îro careke din bi çekên giran êrişî gundên Şehbayê, Minbcê û Til-Temirê kirin.

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe êrişên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam didomînin.

Tevî ku êriş rojane tên kirin û hêzên Rûs yên hikumeta Şamê jî van êrişan dibînin lê ti helwesetekê nîşan nadin û tenê lê temaşe dikin.

Şervan jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Dagirkeran îro careke din bi çekên giran êrişî gundên Şehbayê, Til Temirê û Minbicê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro ber bi êvarê gundê Beloniyê ya Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

Îro piştî nîvro jî bi çekên giran êriş birin ser gundên El-Neyrabiya û El-Zoyan ên girêdayî kantona Şehbayê.

Ji ber topbarana li ser Minbicê malek sivîl hilweşiya

Li aliyekî din, artêşa Tirk a dagirker vê sibê jî gundê Seyadê ya bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir.

Hat diyar kirin di encama vê êriş û topbaranê de malek hat rûxandin.

Dewleta Tirk gundewarê Til Temir topbaran kir

Her wiha duh derengiya şevê jî artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Um Xêr, Gozeliyê û Til El-Leben ên başûrê rojavayê Til Temirê û li ser rêya M4, bi hawanan topbaran kirin.

Back to top button