Dersimî: Dewleta Tirk bi zanebûn daristanan dişewitîne

Dewleta Tirk a qirker, tevî tevgerên xwe yên din ên dagirkeriyê, xwezaya Kurdistanê jî talan dike Artêşa Tirk a dagirker di tevgera dagirkeriya ya li Dersim, Çewlîk, Bedlîs û Şirnexê de agir bi daristanan xistiye û şewat dewam dike. Li hin deveran jî tevî şewatê daran jî dibirre. Hêzên dagirker, destûr nadin Kurdistanî agir vemirînin.

Li navçeya Xozat a Dersîmê piştî tevgera eskerî ya dagirkeriyê, eskeran agir bi daristanê xist û şewat hê dewam dike.

Şewat di roja 13’an de ye, û li gund û navçeyên din yê herêmê belav dibe.

Di şewatê de heta niha bi sedan hektar qadên daristanî şewitîne û gelek sewalan jî can daye.

Artêşa Tirk a dagirker ku agir bi daristanê xistiye, destûr nade xelk agir vemirîne.

Dersimî dibêjin, şewitandina daristanan polîtîkayeke dewletê ye û bi vê dixwazin Dersimê tine bikin.

Esker agir bi daristanan dixin û nahêlin xelk vemirînin

Li Korxolê ya navçeya Çewlîkê ku ji 29’ê Tebaxê ve agir bi daristanê ketibû, ji alî xelkê herêmê ve hat vemirandin, lê ji ber tedbîr nehatin girtin bi şev careke din agir bi daristanê ket.

Li Bedlîsê û navçeya Hawêl a Sêrtê 3 roj in şewata daristanan dewam dike.

Herçiqasî xelkê û tîma agir vemirandinê şeva din agir li gundê Hurmiza yê bi ser navçeya Motka Bedlîsê vemirandin jî şewat li qûntara Çiyayê Boz dewam dike.

Li gundê Beşirî yê navçeya Sîlopiya ya Şirnexê ku dikeve qûntara Çiyayê Cûdiyê, îro danê nîvro agir bi daristanê ket û dewleta Tirk nahêle xelk agir vemirîne.

Rojê 100 traktor darên hatine birîn tên barkirin

Li aliyê din, li herêmên Besta û Çelênimêja yên Şirnexê di bin çavderiya eskeran de birîna daran bênavber didome.

Li herêma Bestayê cerdevan û esker rojê bi hezaran daran dibirrin. Ango rojê 100 traktor dar tên birrîn û dibin herêma Rîsorê û ji vir jî bi kamyonan dibin bajarên cuda.

Jêderên herêmê dibêjin, eskeran ji cerdevanan re gotine: “Devereke bi dar nehêlin.”

Li gorî heman jêderê, esker jî daran dibirrin.

Back to top button