NY: Guhertina Ayasofya metirsiya dabeşbûna navbera dîn çê dike

Raportorên taybet ên NY’yê li dijî guhartina stayûya Ayasofya helwest nîşan dan û diyar kirin dibe ku biryar rê li dabeşbûna dînî û çandî veke.

Pisporên Mafê Mirovan ên NY bi daxuyaniyeke niviskî li dijî biryara Tirk ku Ayasofya kirin mizgeft helwest nîşan dan.

Raportora taybet ê Qada Mafên Çandî ya NY’yê Karîma Bennoune û raportorê azadiya Dîn û Baweriyan Ahmed Shaheed wiha gotin:

Di vê gava krîzê ya zor a global de, li şûna ber bi hev ve anîna komên dînî û çandî, li Tirkiyê û wêdetirî wê çalakiyên dabeşker wê bibe şaşîtiyeke dîrokî.

Em ji hikûmeta Tirkiyê dixwazin ku guherînan zelal bikin û bang li pisporên mîrateya çandî dikin ji bo parastina vê mîrateyê berpirsyariya xwe bidomînin.

Raportoran her wiha li dijî dîmenên dema ku Ayasoya kirin mizgeft derketî holê û wesifandina vê rewşê ya bi rengê ‘fetîh’ê helwest nîşan dan.

Back to top button