Kombûna Jinan a Zebûbya li dijî zewcandina zarokan hemleyek ragihand

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Minbicê têkildarî zirarên zewicandina zarokan û kuştina jinan, hemeleyeke hişyarkirinê dest pê kir.
Piştî wê, nivîsgehê dest bi belavkirina piroşûran kir.

Nivîsgehê di hemleya xwe de li têketin û taxên bajêr, proşûr belav kirin.

Têkildarî hemleyê endama kombûnê, Sara Hibaq got:

“Navaroka hemleya me, na ji zewicandina zarokan na ji kuştina jinan re ye.

Sara diyar kir ku ji vê hemleyê armanc dikin rê li pêşiya zewicandina zarokan bigirin ji ber ku gelek belav e û bûye sedem ku rêjeya berdanê zêde bibe.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya kombûnê Asye Mihemed jî eşkere kir ku hemle dê 2 mehan berdewam bike.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Buşra Mistefa jî dibêje:

Me xwest bi vê hemleyê rê li pêşiya zirarên zewicandina zarokan, pirbûna jinan û kuştina jinan bigirin.

Bûşra da zanîn ku di meha borî de 4 bûyerên xwekuştinê çêbûne û 25 bûyerên berdanê hebûn.

Dawiyê de Bûşra got:

“Emê bi rola xwe rabin û civakê ji van diyardeyan hişyar bikin.

Back to top button