Desteya ciwan û werzîşê ya bajarê kobanê pêngava 2'emîn ya avakirina lîstikgehê destpêkirin. Di vê pêngavê de, wê gîhayê lîstigehê, odeyên guhertinê û kursiyên wê werin amedekirin. Li gorî desteya ciwan û werzîşê wê di 5 mehan de, ev pêngav bi dawî bibe.