Partiya Keskan ya Avustralyayî: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Senatorê Partiya Keskan yê Awustralyayê Davîd Shoebrîdgeyê, diyarkir kir ku divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê derkeve û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Senatorê Davîd Shoebrîdge beşdarî çalakiya “Roja Pirtûkên Ocalan ya Cîhanê “, bû.

Piştî ji berhemên pirtûkên Rêberê Apo xwend, axivî û got:

“Têkoşîna Kurdan a ji bo xwerêvebirinê girîng e.

Bi baweriya min ev yek ji wan têkoşînên azadiyê yên herî girîng a cîhanê ye û gelek caran têkoşîna Kurdan ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi zanebûn tê paşguhkirin.”

Shoebrîdge dazanîn ku li Awustralyayê her heftê salê, sê caran li ser rêxistineke terorê dihat lêkolînkirin.

Hefteya borî jî li Parlementoya Federal derbarê terorê de amadekirina qanûnekê hebû.

Lê hikûmet hewl dide qanûnê biguherîne da ku rêxistinên ku li Awustralyayê di nav lîsteya ‘rêxistinên terorê’ de ne, bi tu awayî neyên lêkolînkirin.

Shoebrîdge got:

“Em dizanin hikûmeta Awustralyayê di bin zexta Tirkiye û Amerîkayê de PKK xist lîsteya terorê.

Bê guman divê ev lîste ji hêla Awusturalya ve were lîkolînkirin û li gorî wê PKK’ê ji “lîsteya terorê ” bê derxistin û Abdullah Oclan azad bibe.”

Parlamentera Awûstralyayê Kalîyanda jî tevlî pêngavê bû

Back to top button