Gelên Latîn Emerîkayê pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînin

Ramanên Rêber Apo û têkoşîna wî a ji bo gelên bindest pêl bi pêl li seranserî cîhanê belav dibe.
Bi naskirina Rêber Apo re gelên cîhanê têkoşîna mafdar a gelê Kurd jî nas dike û piştgiriya xwe radigîhin.
Li Meksîkayê di roja xwendina pirtûkên Rêber Apo de nûnerên ji gelên cuda daxwaza ji bo azadiya wî kirin.

Kolektîfa ‘Ûn Salto de Vîda’ ango Pêngavek ji bo jiyanê li Meksîkayê çalakiyek ji bo naskirina Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk lidar xist.

Çalakî li bajarê El Salto yê eyalta Jalîsco ya li ber qiraxa Çemê Santîagoyê pêk hat.

Beşdarên ku di roja xwendina pirtûkên Rêber Apo de hatin ba hev têkildarî mijarê axivîn û hestên xwe vegotin.

Dostên Kurdan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’.

Di dawiya çalakiyê de hem ji zarokan hem jî ji mezinan peyamên bi dîmen hatin weşandin û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Kolektîfa ‘Ûn Salto de Vîda’ di peyama weşandî de ev tişt anîn ziman:

Ji bajarokên li rojavayê Meksîkayê em silavên xwe ji gelê Kurd û tevahiya rojhilat a dûr re dişînin.
Haya me ji têkoşîna xweser a gelê Kurd heye û em piştgiriyê didin daxwaza ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan. Em dixwazin bê berdan, êriş û zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin. Fikir nikare dîl bê girtin.

Ji pêşengên gelê xwecihî yê Zoqûe akademîsyen Fortîno Domîngo Rûeda jî tevlî çalakiya xwendina pirtûkan bû.

Domîngo Rûeda di peyama xwe de bal kişand ser têkoşîna xweseriyê ya gelê Kurd û ji pêngava ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo re piştgiriya xwe ragihand.

Endama ‘Femînîsmo Komûtarîo’ ya ji Bolîvyayê Adrîana Gûzman û lîdera gelê xwecihî ya Gûatemalayê Lolîta Chavez jî peyamên bi heman rengî dan.

Back to top button